• DOLAR 32.578
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2425.77
  • ...
"Digel lewha me ya bacê hebû jî dikan nedan me"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serkokê Giştî yê HUDA  PARê Aydin Gok di gel heyeta pê re esnafên navçeya Heskîfa Êlihê ziyaret kir û li derd û pirsgirêkên wan guhdarî kir.

Esnafan îfade kirin ku em HUDA PARê ji nêzve dişopînin û em xebatên wê teqdîr dikin û zehmetîyên dikşînin ji heyeta HUDA PARê re gotin.

Hin xwedîyê kar destnîşan kirin ku di gel lewheyên wan yê bacê heye jî dikan nedane wan. Esnafan îfade kirin ku ji ber ku Heskîf tê neqilkirin wan tu kar nekirîye û hatine mexdûrkirin.

Alîkarê Serkokê Giştî yê HUDA  PARê Aydin Gok derbarê ziyaretan de daxuyanî da û îfade kir ku me wek HUDA PARê teşkîlata xwe ya Heskîfê vekir û piştî wê me esnafên Heskîfê zîyaret kir û li derd û pirsgirêkên wan guhdarî kir.

"Qismek esnafên me nikarin siftehê dahî bikin"

Gok, îfade kir ku me li pirsgirêkê esnafên xwe yên Heskîfê guhdarî kir û wiha got: "Berya niha me wek partîyê temamê esnafên xwe yên deverê ziyaret kirin. Di vê çarçoveyê de me esnafên xwe yên Êlîhê jî zîyaret kirin. Rewşa esnafên me qet ne başe. Qesmek ji esvafên me dibêjin em nikarin siftehê dahî bikin. Li hêladin ji ber zemen welatîyên me zaf gilîkarin."

"Esnaf, zêdetir bi geşt û guzarê li ser pîyabûn"

Di gel sezona geşt û guzarê nû vebûye jî ji ber ku esnafên me çûne ciyê nû tên mexdûr kirin û wiha got: "Em dizanin rewça Heskîfê zêdetir ne başe. Lê belê em vê jî dizanin Heskîf memleketekî qedîm û dîrokî ye. Esnafên me zêdetir bi geşt û guzarê li ser pîyabûn. Dema sezona geşt û guzarê dest pêkir dixazin esnaf herin Heskîfa nû. Bi gelemperî welatîyên me ji vê yekî gilîkarin."

"Dibêjin digel lewheyên wan yê bacê heye jî dikana nedane wan" 

Qismek ji esnafên me îfade kirin ku digel lewheyên wan yên bacê hene jî li Heskîfa nû dikan nedane wan û ji ber vê rewşê zaf gilîkarin û wiha dibêjin: "Kesên lewheyên wan yên bacê tineye jî dema dibêjin 'ez bisalaye esnafin' li gotinên wan îtîbar dikin û li Heskîfa nû dikana didin wan. Lê belê di gel lewheyên wan yên bacê hene jî dikan nedane wan û gelek ji esnafên me ji vê yekê zaf gilîkarin. Hewcebû desthilatdar bi esnafan re biaxifîya û li derd û giliyê wan guhdarî bikirina. Ya baş ew bû ku piştî sezona geşt û guzarê derbas biba neqilkirina dikanê esnafan bihata kirin. Lewra esnaf ji ber neqilkirina dikana di sezona turîzmê de zaf gilîkarin. (ÎLKHA)

















































































Bu haberler de ilginizi çekebilir