• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Siyonîstan bi Amerîka re îlhaqa avahîyên li Şerîaya Xerbê gotûbêj dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bînyamîn Netanyahuyê serokwezîrê şebekeya terorê ya sîyonîstan destnîşan kir ew bo Şerîaya Xerbê îlhaq bikin  û "desthilatdarîyeke kamil" bi dest bixin bi birêveberîya Amerîka re gotûbêjan dikin.

Daxuyanî sîyonîstan ji teref berdevkê Partîya  Lîkud ve hat dayîn.

Encax ev daxuyanî ji teref Amerîka ve hat tekzîbkirin. Berdevkê Qesra Spî Josh Raffel derbarê mijarê de diyar " Ew xeberên ku Amerîka di warê îlhaqa Şerîaya Xerbê bi îsraîl re gotûbêj dike ne rast e, xelet e. Amerîka tu carî mijareke wisa bi îsraîl re gotûbêj nekiriye."

Ebîl Ebu Rudeyneyê Berdevkê Serokatîya Dewleta Filistînê  bi daxuyanîya ku belav kir ji daxuyanîyên sîyonîstên îşxalker re bertek nîşan da û derbarê mijarê de wiha got: " Em di warê neavêtina van gavan de hişyarîyan dikin. Hewildanên îlhaqê dê dawî li hewildanên aştîyê bîne û bibe sedam rageşîyên zêdetir."

Saîbn Ureykatê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Rizgarîya Filistînê jî derbarê mijarê de diyar kir ew tu kesî wezîfedar nekirine ku li ser navê wan gûtîbêjan birêve bibin û dû re wiha got: "Em ê destûr nedin ku ev teşebûs bi ser keve. Ew ê Filistînî destûr nedin ku li ser axên me desthilatdarîya îsraîl bê sepandin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir