Tîllerson: Em ji wan geşedanîyênli rojavaya bakurê Sûrîyêendîşedar in
Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka destnîşan kir ew ji wan geşedanîyênli rojavaya bakurê Sûrîyêendîşedar in.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tîllerson berî ziyareta ku dê li Tirkîyê bike li Kuweytê derbarê operasyona Efrînê ya ku berdewam dike de daxuyanî da. Tîllerson di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir "Haya me ji fikara ewlehîyê ya Tirkîyê heye, lê em ji wan geşedanîyên ku li rojavaya bakurê Sûrîyê rû didin endîşedar in."
Tîllerson di berdewama axavtina de diyar kir ew wek Amerîka bo wan herêmên ku ji DAIŞê hatine standin û ji PKK/PYDê re hatine dayîn 200 milyon dolar pere veqetandine.(ÎLKHA)