• DOLAR 32.566
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2423.383
  • ...
Sazîya alîkarîyê ya Ingilîzan li pîrekan îstîsmara zayendî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatkarên sazîya alîkarîyê ya herî mezin ya Îngîltere ya ku bi navê Oxfamê bi sedem erdheja ku di sala 2010an de qewimî bû li ser navê alîkarîyê ketin namûsa jinên mixtacî alîkarîlyê. Piştî ev skandal derket holê berterkên mezin hat nîşandan.

Piştî xeber di çapemenîyê de derket hukumeta Îngîlîzan daxuyanî da ku ji niha û pêde saziyên alîkarîyê yên ku li derveyî welêt falîyetan dikin û li hor qanûnan hereket nakin fonê wan yên alîkarîyê wê bê qutkirin.

Wezîrê Pêşketinê yê Îngîltere Penny Mordaunt, destnîşan kir ku gavên hewceye wê bên avêtin û wiha got: "Kesên ji bo wezîfeyekê hatine şandin û tiştên wan kiriye bi rastî îxanete. Ev bi xwe skandaleke."

Piştî xeber derketin çapemenîyê sazîya alîkarîyê ya Oxfamê daxuyanîyek da û îfade kir ku di sala 2011an de tiştên xebatkaran kirîye qethîyen"nayên qebûlkirin".

Hefteyek berê rojnameya The Times ya Îngîlîzê destnîşan kiribû ku karbidestên Oxfamê yên desthilatdar jinên mixtacî alîkariyêne li hember peran ketine irzê wan û dest dirêjî namûsa wan kirine.

Li gor rapora vekolînê ya ku Timesê bidest xistiye, kesên hatine îstîsmarkirin jê hinek zarokin.

Tê îfade kirin ku bi fonên hikumet û alîkariya welatîya dahata Oxfamê ya salane 300 mîlyon Sterlîne.

Sazîya Oxfamê, di sala 2010an de li bajarê Port-au-Prince yê Haîtî piştî erdheja ku 220 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û mîllyon û nîvek kes jî bê cî û war mabû qaşo ji bo xebatên alîkarîyê çûbû deverê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir