• DOLAR 32.583
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2507.36
  • ...
Li Dakkayê cihê ku mirî lê bên veşartin nema
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daneyên Habîtata Neteweyên Yekbûyî Dakka li dinyayê ji wan bajarên ku herî zêde kes lê dijîn bajarek e û li yek kîlometreçarçikê 45 hezar kes bi cî dibin. Ev rêja li Stenbolê 2 hezar û 800 kes e. Lê li Dakkayê 15 milyon însan bes di qadeke 300 kîlomete çarçik de dijîn.

Li Dakkaya paytexta Bangledeşê bes 8 goristan hene ku ev yek jî têra kesên ku dimrin nakin. Rayedarên Dakkayî ji sala 2008an vir ve dev ji qebrê mayînde berdana. Li gor qerarên birêveberîya goristanê serê du salan carekê cenazeyeke nû di qebra ku berî niha lê mewta hatibû definkirin tê definkirin. Bi vî awayî qebr dibe demkî. Bihaya qebrên nîv mayînde nêzî 20 hezar dolaran e.

Rayedar ji naskirîyên mirîyan teleb dikin naskirîyên xwe li gundên xwe defin bikin ku ew ê ev yek parîkek be jî pêşîya vê rewşa xirap bigre.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir