Serokwezîr: Pêwîst e Amerîka eqlê xwe bide serê xwe
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir "NATO muttefîkê me ye, divê ew Amerîkayê ku em wî wek hevkarê xwe ya stratejîk difikirin eqlê xwe bide serê xwe."
Serokwezîr Bînalî Yildirim digel Serokwezîrê Makedonyayê Zoran Zaev li Qesra Çankayayê daxuyanîyeke çapemenîyê ya hevpar da.
Yildirim di daxuyanîya ku da destnîşan kir " Em ê herêma Efrînê ji terorîstan paqij bikin û em hewil bidin ku însanên ji wê derê vegerin warên xwe. Em nakevin nava pazara qirêj. NATO muttefîkê me ye, divê ew Amerîkayê ku em wî wek hevkarê xwe ya stratejîk difikirin eqlê xwe bide serê xwe û qerareke dirist bide."(ÎLKHA)