• DOLAR 32.437
  • EURO 34.469
  • ALTIN 2486.785
  • ...
 "Ger dêya min dibistana destpêkê jî xwendibana belkî ez ne di vî halî de bana"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Akbulutê ku di sala 1973an de li Mêrdînê ji dayik bû hêj dema ku 2 salî bû bi nexweşîya sorikê ket û ji ber nezanîbûna malbat û naskirîyên xwe  her du çavên wî kor bûn. Lewra malbat piştî ku 6 meh ji ser nexweşîyê re derbas bûn re jê haydar bû û naskirîyên wî ji dêya wî re gotin 'Ew ê tu wî belesebeb bibe, ka doxtor çi dizane, ew ê bes rahije perên te.' Akbulutê ku me re derbarê mijarê de hevpeyvîn kir derbarê mijarê de diyar kir di bingeha temamê êş û eleman de nexwendin  û nezanîbûn heye.

Akbulutê ku ji ber nexweşîyê her du çavên wî kor bûne qet hêvîya xwe ji jiyanê qut nekir û bi ezm û cehdeke mezin dest bi mektebê kir û hetta zanîngeh jî xelas kir û niha jî li Stenbolê  di Navenda Agahîya Bê Asteng a pirtûkxaneyekê de dixebite.

Akbulut di hevpeyvîna ku me pê re kir de diyar kir  heyata wî ji cehaletê re hatiye qurbankirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "li Tirkîyê ji sedî 90ê nexweşîyan ji ber cehaletê ye. Ger dêya min mekteba destpêkê jî xwendiba belkî ew ê bihîstibana tiştekî bi navê derzî heye û derzî li min dabana kirin û belkî ez neketibana vî halî."

"Ez ji gotina kor aciz nabim"

Akbulut di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ev bû 6 sal ku li Navenda Agahîya Bê Asteng de dixebite  û kesên ku çavên wan nabînin dikarin li vê derê temamê çavkanîyên dersan peyda dibin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di serîyên pêşî de ez ji gotinên kor û seqet pir zêde aciz dibûn, lê niha ez aciz nabim. Lewra rastî ev e. DIvê mirov di serî de bi xwe re li hev bike.Ger mirov vê yekê qebûl neke, ew kesê li hemberî wî qet wî qebûl nake. Divê şexs ji ber gotinên seqet û kor xemgîn nebin."

 "Civak di vî warî de bê şiûr e"

Akbulut di berdewama axavtina xwe de diyar kir di nav civakê de li hember kesên ker, lal, seqet û kor şiûrek tuneye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hinek kes dema ku xeber didin dibêjin em kesên ji rêzê. Gelo em kesên ne ji rêzê ne? Îro dema ku roboteke ku 3-4 peyvan xeber dide tê çêkirin ev yek li cîhanê wek şoreşê tê diyarkirin. Ger roboteke ku karê we bike dibe ku heqê du xanîyan bê dayîn. Ên li hemberî we însan e. Ji ber ku çavekî wî an jî 2 çavên wî tunene divê biçûk neyê xistin û bo wî mad neyê tirşkirin.Însanan biçûk dîtin ne heddê tu kesî ye."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir