Li Amerîkayê hikûmet careke din hat girtin
Li Amerîkayê hikûmeta federal ji ber ku budçeya nû tesdîq nekir îsal careke din qismen hat girtin.
Di Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ji ber ku hevdîtinên budçeyê hatin sekinandin hikûmet di nav 3 heftîyan de careke din hat asta girtinê.
Ji ber qeyranê ji sedî 40ê personelên qamûyê yên ku hejmara wan 2 milyon e ew ê bi destûra bêheq bên şandin malên xwe. Ew ê hêzên ewlehîyê, îtfaîye, Serokatîya Xizmetên Daristana Neteweyî, xebatkarên postaxanê karên xwe bidomînin.
Ji teref Wezareta Parastinê ve hat ragihandin ew ê personelên ku cil û bergên leşkerî li ser wan in xebatên xwe bidomînin, encax ew ê ji exlebeyê personelên siwîl bê xwestin ku biçin malên xwe.
Herî dawî di sala 2013an de di heyama Barack Obama de hikûmet 13 caran hatibû girtin.(ÎLKHA)