Encamên serîlêdanên kadroyê ya karkerên taşeron tên daxuyandin
Piştî ku serîlêdanên kadroyê yên karkerên taşeron bi dawî bûn re hinek sazî encamên serîlêdanan daxuyandin.
Weke ku tê zanîn serîlêdanên ku di 2yê Çileyê de dest pê kiribûn û 11 Çileyê de bi dawî bûbûn. Piştî ku serîlêdan bi dawî bûn re dihat hêvîkirin ku lîsteyên teqez bên eşkerekirin; lê belê hinek sazî dest bi daxuyandina endamên serîlêdanan kirin.
Wezaretên Karên Derve û Tenduristîyê, Sazîya Ewlehîya Giştî navên kesên ku serîlêdanên wan hatine qebûlkirin û redkirin daxuyand.
Piştî ku navên teqez hatin diyarkirin ew ê di navbera 3-22 Adarê de îmtîhan bê tertîpkirin.(ÎLKHA)