Balafirên şer navenda Efrînê bombebaran kirin
Balafirên şer ên Tirkîyeyê piştî 5 rojan li navenda Efrînê hedefên aîdî PKK/PYDê bombebaran kirin.
Hat ragihanin piştî hevdîtinên ku doh bi Îran û Tirkîyê hatin kirin TSK piştî 5 rojan cara ewil hedefên PKK/PYDê yên li navenda Efrînê bombebaran kir.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di harekara asimanî de mewzîyên YPGê yên li nêzî Baregaha Hewayê ya Mînnakê û kampên li derdora Efrînê hatine hedefgirtin.
Her wisa ji êvarî ve bi roket û topan mewzîyên aîdî PKK/PYDê tên hedefgirtin.(ÎLKHA)