• DOLAR 32.457
  • EURO 34.893
  • ALTIN 2477.134
  • ...
Qerara Amerîka ya derbarê Qudsê de îro dê bê protestokirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Harekata Cîhada Îslamî ya Filistînê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê îro wê qerara Amerîka ya Qudsê wek paytexta siyonîstan naskirinê protesto bike, ji ber vê yekê bang li temamê xelkê hat kirin da ku beşdarî bê xwepêşanê bibe.

Di daxuyanîya nivîskî ya ku hat belavkirin de hat diyarkirin divê roja înê li ser navê şehîd Ahmed Cerrarê ku ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin bibe îna xezebê û bo vê yekê divê temamê xelkê berê xwe bidin xalên ku îşxalker lê ne.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ew ê ev tiştê ku li ser Qudsê tê kirin bibe sedema gelek tiştên mezin û dû re wiha hat gotin: " Xelkê Filistînê ew ê li dijî planên Amerîka û siyonîstên ku maf û pîrozîyên xelkê Filistînê hedef digrin  û li dijî îşxal, dorpêç û cihûkirinê întîfadaya xwe zêdetir bike. Hat îapatkirin ku bi siyonîstan re vebijerka lihevkirinê feyde nade. Întîfada û berxwedan rêya resen a parastina maf, pîrozî, ax û muqeddesatên me ye."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir