• DOLAR 32.417
  • EURO 35.535
  • ALTIN 2324.821
  • ...
Îbareyên bi navê "Tirk" û "Tirkîyê" yên li ber navê yekîneyên meslekêne wê bên rakirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên Konseya Navenda Yekîtîya Tabîpên Tirk (TTB) li hember herekata ku TSKyê di 20ê Çile de dabû destpêkirin de gotibû "Herb ji bo tendirustîya gel pirsgirêke" daxuyanîyek dabû. Ev daxuyanîya TTB bûbû sedema bertekan.

Serokomar Recep Tayîp Erdogan destnîşan kiribû ku yekîneyên wek veya wê navê "Tirk" jê bê rakirin. Piştî bangewazîya Seokomar Erdogan, Serokwezîrîyê dest bi xebatên qanûnî yên derbarê yekîneyên meslekê de kir.

Li gor vê yekê; Navenda Yekîtîya Tabîpên Tirk, Yekîtiya Odeya Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê, Yekîtîya Hekîmên Dirana ya Tirk û yên wek Yekîtîya Dermanxaneyên Tirk wê navê "Tirk" û wê ji yên wek Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, Yekîtiya Borse û Odeyan a Tirkiyeyê, Odeya Pîşesazî û Ticaretê wê îbareya "Tirkîyeyê" jê bê rakirin.

Nêzîkê 40 navê yekîneyên meslekê têde îbareya "Tirk" û "Tirkîye" heye.

Endambûna van saziyana jê hinek mecbûyî bû bi vê qanûna nû wê endamtîya mecbûrî jî ji holê bê rakirin. Êdî endamtîya odeyên meslekê û yekîneyan wê ne mecbûrî be.

Piştî vê qanûnê odeyên derkevin derveyî faliyetên xwe û yên ji bilî falîyetên xwe daxwuyanîyan bidin wê cizayê giran bigrin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir