• DOLAR 32.504
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2490.618
  • ...
SON DAKİKA
Ji Wezareta Karûbarên Derve derbarê qetlîama Gûtaya Rojhilat de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve yê Tirkîye Hamît Aksoy, li ser pirsek derbarê êrîşên rejîma Sûrye yê îfade kir ku êrîşên rejîmê yên li ser Gûtaya Rojhilat zêde bûne.

Aksoy, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Di komcivîna Astana de ji bo rageşî kêm bibe û êrîş bên sekinandin Mixtiraya Kêmkirina Rageşîyê hatibû îmzekirin. Lê belê rejîm Sûrye yê êrîşên xwe yên li ser Gûtaya Rojhilat qet kêm nekir. Tenê di 6 Sibatê de di êrîşa ji teref rejîmê de hat kirin de herî hindik 100 kesî jiyana xwe ji dest dan. 

Aksoy, îfade kir ku li hêla din rejîm di êrîşên xwe de xaza klorê û sîlehên kîmyewî bi kar tîne û wih got: "Mixabin Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Sûrîye ya Serbixwe ya girêdaye bi Neteweyên Yekbûyî îfade kir ku li ser îdîayên li Gûtaya Rojhilat û li navçeya Serakina Îdlîbê bi xaza klorê êrîş hariye rastkirin. Li ser vê yekê Komîsyonê lêkolîn da destpêkirin.

Aksoy di dawîya axaftina xwe de wiha got: "Êrîşên ji teref rejîmê ve li Gûtaya Rojhilat tên rastkiri li dijî hedefên komcivîna Astanayê ye. Lazim e îxlalên li dijî armancên komcivîna Astanayê tên kirin di cî de bên sekinandin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir