Di operasyona PKKê de 3 ton esrar hat bidestxistin
Li Diyarbekirê di operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de 3 ton esrar hat bidestxistin.
Hat ragihandin li Diyarbekirê di operasyonên ku li dijî PKKê hatibûn destpêkirin de di bihaya 41 hezar TLyan de 3 ton esrar hat bidestxistin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di operasyonên ku li nav sînorên Hezro, Hêne, Licê û Karaza Diyarbekirê li dijî PKKê hatin lidarxistin de 3 ton esrarê ku bihaya wê 41 milyon û 845 hezar TL ye hat bidestxistin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin di operasyona ku hat lidarxistin de parezkarê ewlehîyê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)