Heqê benzînê tê daxistin
Ji roja înê pê ve dê heqê benzînê bê daxistin.
Hat ragihandin ew ê ji roja înê pê ve di heqê benzînê de 16 qirûş daxistin bê kirin.
Ji teref Sendîqaya Kardêrên Berhemên Neftê ve hat ragihandin ew ê roja înê pê ve di heqê benzînê daxistin bê kirin û dê benzîn 16 qirûş kêmtir bê firotin.
Herî dawî di 16ê Çileya 2018an de di navbera 7-9 qirûşan de zem li heqê benzînê hatibû kirin.(ÎLKHA)