• DOLAR 32.499
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2431.011
  • ...
Serokomar Rûhanî Wezîr Çavuşoglu qebûl kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtina ku hat kirin de Serokomar Hesen Rûhanî destnîşan kir "Îro îradeya her du dewletên dost û birayên hev in bo pêşvebirin û bi hêzkirina pêwendîyên Îran û Tirkîyê ne."

Ruhanî di hevdîtina ku hat kirin de  derbarê ticareta di navbera Îran û Tirkîyê de û her wisa derbarê çareserîya qeyran li Sûrîyê de nirxandinan kir û dû re axavtina xwe wiha domand: " Dema ku li Sûrîyê îstîqrar bê tesîskirin ew ê welatên derdorê xwe di ewlehîyê de hîs bikin ku di vî warî de hevkarîya Îran-Tirkîye û Rûsyayê muhîm e. Em him ji hêla dînî ve û him jî hêla însanî ve divê hewil bidin da ku xwîna ku li herêmê diherike bisekine."

 "Amerîka dixwaze zirarê bide pêwendîyên dostene yên Tirkîye û Îranê"

Wezîrên Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir divê pêwendîyên di navbera her du welatan de bi pêş ve bên birin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Amerîka dixwaze zirarê bide pêwendîyên dostene yên Tirkîye û Îranê.  Ji ber vê yekê divê em li dijî vê yekê bi şikleke jidayî û bi qewet hevkarîya xwe bidomînin da ku meseleya Sûrîyê bê çareserkirin. Li gor me divê em li dijî wan komployên ku yekîtîya axên welatan hedef digrin bisekinin. Ew operasyona ku Tirkîye li herêmê dike demkî ye û bes li dijî terorîstan e. Tu carî me çav bernedaye axên Tirkîyê."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir