Serokwezîr Yildirim li Mêrdînê ye
Serokwezîr Bînalî Yildirim, ji bo beşdarî merasima cinazeyê lawê Parlamenterê AK Partîyê Orhan Mîroglû bibe çû Mêrdîn.
Lawê Parlamenterê AK Partîyê Orhan Mîroglû ev 4 mehê wî bû li Enqerê tedawî didît û îro jiyana xwe ji dest da.
Serokwezîr Bînalî Yildirim, ji bo beşdarî merasima cinazeyê lawê Orhan Mîroglû bibe bi teyara taybet çû Mêrdîn.
Serokwezîr Yildirim, ji teref Walîyê Mêrdîn Mûstafa Yaman, erkanên leşkerî û protokola bajêr ve hat pêşwazîkirin.
Parlamenterê AK Partîyê Orhan Mîroglû û Serokwezîr Yildirimê bi teyara taybet hatin Mêrdîn û di serîde Walîtîya Mêrdîn zîyaret kirin.
Walî Mûstafa Yaman, di heqê bajêr de Serokwezîr Yildirim agahdar kir û paşê bi hev re li gundê Gelînkayaya girêdaye navçeya Midyadê beşdarî merasima cinaze bûn.
Piştî merasima cinaze tê hêvîkirin ku Serokwezîr Yildirim bi heman teyara taybet dîsa vegere Enqerê. (ÎLKHA)