Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu çû Îranê
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu çû Îranê û ew ê di hevdîtinên ku dê bike de derbarê geşedanîyên heremî de gotûbêjan bike.
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve çû Îranê û ew ê li wê derê bi Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û bi Wezîrê Karên Derve Cevad Zarîf re hevdîtinê bike.
Hat hînbûn ew ê Çavuşoglu dê derbarê operasyona Efrînê de Zarîf agahdar bike. Hat ragihandin rayedarên MÎT û TSKyê digel Çavuşoglu ne.(ÎLKHA)