• DOLAR 32.531
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2435.09
  • ...
 "Perwerdehî di malbatê de dest pê dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hîndekar Cîhat Sariyê ku derbarê heyama duyemîn a perwerdehîyê de ji ÎLKHAyê re axivî dest nîşan kir perwerdehî di malbatê de dest pê dike û got: "Ger dema ku malbat zarokên xwe perwerde bikin bi disiplîn perwede nekin, li malê ders neyê xebitîn û malbat bi van meseleyan eleqedar nebin dê ev yek bibe sebeb ku di dersan de zeîf bibe."

 "Bo pêşveçûna zarokan a li mektebê divê malbat pêwendîyên xwe yên bi mamosteyan re qut nekin"

Sari di berdewama axavtina xwe de diyar kir ger dersên zarokan li mektebê nebaş bin ev yek dê li ser dahatûya zarokan de jî tesîreke nebaş bihêle û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di rewşeke wisa de zarok êdî dê bibêje ez nikarim bike, jênehatî me. Xwenkar di karê li gor wê mufredata MEBê bi ser keve. Encax  dê û bav li malê zarokên xwe taqîb bikin û li mektebê jî pêwendîya xwe bi mamosteyan re qut nekin. Nexasim di demsala biharê sistî pêk tê ku divê di vê demsalê de bi dîqqettir bin."

 "Divê neyê jibîrkirin ku perwerdehîya ewil di malbatê de dest pê dike"

Sari di dawîya axavtina xwe de diyar kir perwerdehî di malbatê de dest pê dike û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Zarokên ku temena wan di navbera 0-7 salan de ne  malbata xwe ji xwe re mînak distîne. Wek mînak ger şevekê piştî şîvan dê û bav rahijin kitêbê û bixwînin dê zarok jî çav li wan bikin û dersên xwe bixwînin. Ger ev yek neyê kirin dê zarok jî dersên xwe nexebitin û divê ev tişt ji wan neyê hêvîkirin. Malbat pir muhîm e. Çawa ku zarok  ji malbatê di warê disiplîn û mesûlîyetê de tiştinan hîn dibin bi heman awayî bêmesûlîyetîyê jî hîn dibin. Divê neyê jibîrkirin ku perwerdehîya ewil di malbatê de dest pê dike."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir