• DOLAR 32.518
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2432.252
  • ...
Ji HUDA PARê nirxandina rojevê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojevê de nirxandin hat kirin. Di nirxandinan de li ser mijara pêwendiyên Tirkîye yên bi Hukumeta Herêma Kurdîstana Iraqê re, xistina Emerîka Îsmaîl Heniyyê wek "lîsteya Terorê" û zîrveya Soçî hat nirxandin.  

Derbarê pêwendîyên Tirkîye yên bi Hukumeta Herêma Kurdistana Iraqê re hat îfadekirin ku berya referandûma serbixwebûnê Tirkîye û Hukumeta Herêma Kurdistana Iraqê wek du cîranên hev yên mihîm bûn lê belê piştî referandûmê pêvajoyek zorayî dest pê kir. Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku du cîranên berya niha di warê sîyasî, aborî û stratejîk de muttefîkên hevbûn di pêvajoya referandûmê de di cî de bûn wek du neyarên hev.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: "Kesên di tu warî de nedihatin cem hev yên wek Tirkîye Îran û Irakê dema mijar bû rêveberîya Hukumeta Herêma Kurdistanê ew tev di warê sîyasî, aborî û dîplomatîk de ji bilê dorpêçkirinê hewayên xwe yên asîmanî jî ji wan re girtin. Di van rojên em hatin de rêveberîya Kurdistanê bangî gotûbêjan kir û ev daxwaz ji teref Bexda û Tehranê de wek erênî hat qebûlkirin û pirsgirêk qismîbe jî hatin çareserkirin. Hin zîyaretên dîplomatîk hatin kirin. Di navbera Erbîl û Bexdayê de li ser 6 maddeyan lihevhatin hat kirin û meaşên mamûran hatin dayîn."

"Polîtîkayên xelet yên li dijî IKBYê ji pirsgirêkên herêmê re xizmetê nakin"

Di beyanatê de hat îfadekirin ku êdî lazim e polîtîkayên Tirkîye yên li dijî rêveberîya Herêma Kurdîstana Iraqê bên guherandin û wiga hat gotin: "Tirkîye vê dorpêçkirina tenê li dijî rêveberîya Barzanî negirtîye, ev dorpêçkirina li Herêma Kurdistanê xelkê Kurd, Turkmen û Ereb û gelên li Tirkîye yê dijîn tev hatin cizakirin. Serokên odeyên deverê îfade dikin ku ji ber dorpêçkirinê îxracat ji sedî 60 ketîye û di aborîya herêmê de jî gelek pirsgirêk derketîye. Me ji serîde gotin ev tiştên hûn dikin ne tiştekî rast e. Ev tiştekî eşkere ye ku polîtîkayên li dijî rêveberîya Herêma Kurdistanê ji tu çareserîyan re xizmetê nake. Ew îradeya reveberîya Herêma Kurdistanê ya daxwaza çareserkirina pirsgirêkan li gor Qanûna Bingehî ya Iraqê ev daxwazek mafdar û di cî de ye. Êdî guherandina polîtîkayên Tirkîye yên li dijî Herêma Kurdîstanê bûye tiştekî mecbûrî."   

Di beyanatê de behsa xistina serok wezîrê hukumetê Filistînê yê berê û Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye wek xistina "lîsteya terorê ya navneteweyî" û hat bibîrxistin ku Emerîka berya niha hereketa Hemasê jî xistibû "lîsteya terorê".

"Îradeya Hamasê nîşan da planê sîyonîzm û Emerîkan pûç kir"

Bal hat kişandin ser vê dirûmê û wiha hat gotin: "Hereketek li gor Emerîka bi xwe di lîsteya terorê de be serokê wê jî li gor wan ji xwe terorîs e. Hemasê rêveberîya xwe ya Xazze yê betal kir û beşdarî rêveberîya Hukumeta Filistînê ya Lihevatinê bû û bi vê yekê gelek planê sîyonîst û Emrîka vala derxist. Piştî vê hereketa Hemasê Emerîkaya emperyalîst Quds qaşo wek paytexrê sîyonîstan da daskirin û serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye xist lîsteya terorê. Ev gava Emerîka ji bo dewleta Filistînê ya serbixwe neyê avakirin û di navbera Hamas û El-Fetîhê de lihevanîn neyê kirin hatîye avêtin. Heger di navbera Hamas û El-Fetîhê de li hev hatin pêk were wê hereketa Fetîhê jî têxin lîsteya terorê."  

"Yekîtîya li Filistînê saz bibe wê ji bo doza Filistînê zaf girîng be"

Li Filistînê sazkirina yekîtîyê tiştekî zaf girînge û wiha hat gotin: "Ji çareserîya du dewletî zêdetir, sîyonîstên îşxalker dixwazin Filistînê jî di bin dewleta xwe ya mizin de wek dewletek feral dibin îşxalê de bihêlin. Îradeya El-Fetîh û Hamasê ya lihevhatin û yekîtîyê sîyonîstan zaf diltirs dike. Yekîtîya li Filistînê zaf zaf girîng e. Xerakirina vê kemîna Emerîka û çeteyên sîyonîst di serî de di destê Hamas û El-Fetîhê de ye. Em bangî dewletên Îslamê dikin ku bila li cem birayên xwe yên Filistînî bin û li hember Emerîka hereket bikin."  

Di beyanatê de behsa Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya li Soçîya bajarê Rûsyayê tê kirin û wiha hat gotin: "Di vê kongreyê de di heqê pêşeroja Sûrîde biryar tên girtin".

"Amadekirina qanûneke bingehî ya nû di komcivînê de biryara herî girîng e"

Di berdewama beyanatê de hat îfadekirin ku kongreya tê çêkirin di garatorîya hin dewlet û temsîlkarên Neteweyên Yekbûyê de tê kirin. Di pêvajoya komcivînê de jî bombebarînên Rûsya dewam dikir. Ji ber di logoya komcivînê de ala rejîmê hebû mixalif beşdarî komcivînê nebûn û wiha hat gotin: "Di komcivînê de her çiqas temamê hêlên Sûrî beşdar nebûn jî hin biryarên di heqê pêşeroja Sûrî de hatin girtin. Di rapora komcivînê de ji bo amade kirina qanûnek bingehî ya nû konseyek ji 150 kesî pêk tê hat eşkerekirin û ev biryara di komcivînê de biryara herî girîng e."

"Divê qanûnek bingehî ya temamê hêlên Sûrî li ser li hev bikin bê çêkirin"

Di dawîya beyanatê de hat îfadekirin ku heta niha ev biryara nehatîye sepandin lê belê girtina biryarek wisa dahî biryareke divê bê destekirin û wiha hat gotin: "Digel van teva kesen vê qanûna bingehî amade bikin hê jî nehatîye eşkerekirin. Lazim e ev qanûna bingehî bersivê bide temamê pirsgirêkên li Sûrî. Hewceye qanûnek esasî ya temamê bawerî û cudahîyan têxe bin parastina xwe û rêveberîya leşkerî jî ji holê rake. Pêwiste ev qanûna bingehî li ser esasê edaletê bê çêkirin û temamê xelkê sivîl û olan jî biparêse. Ji ber vê yekê lazim e bi lihevkirina temamê xelkê herêmê qanûnek esasî bê amadekirin. Divê dewletên ewlekar tu zext û zordarîya li ser çêkirina qanûna bingehî nekin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir