Di qezayên zêdetirî 400 hezaran de 3 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dan
Di sala 2017an de di qezayên zêdetirî 400 hezaran ên ku pêk hatine de herî kêm 3 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin di sala 2017an de li tevahîya Tirkîyê zêdetirî 400 hezaran qezayên trafîkê pêk hatin. Di qezayên ku pêk hatin de 3 hezar û 500 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daneyên ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê ve hatine parvekirin di sala 2017an de li tevahîya Tirkîyê 410 hezar û 367 qeza pêk hatin, di van qezayên ku pêk hatin de 303 hezar û 663 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin exlebeyên qezayan ji ber sûreta zêde pêk hatine û herî zêde ji ber qezayan mirin pêşî li Stenbolê û dû re li Enqerê çêbûne.(ÎLKHA)