• DOLAR 32.617
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2498.685
  • ...
Kerwana Umûdê li Diyarbekrê xebatên alîkarîyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kerwana Umûdê ya ku li Diyarbekirê bi xebetên alîkarîyê yên ku ji feqîr û jaran dike re navê xwe dide sehkirin xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne. Kerwana Umûdê di vê Çileya borî de ji 220 malbatan re di bihaya 25 hezar lîre alîkarî kir.

Serokê Kerwana Umûdê yê Diyarbekirê Şahîn Elelçî derbarê mijarê de rapora fealîyetan a meha Çilê daxuyand û derbarê mijarê de diyar kir ew hewil didin di navbera kesên xêrxwaz û feqîran de bibin pir.

Elelçî di berdewama daxuyanîya ku da de destnîşan kir xebatên wan ên alîkarîyê berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me di meha Çileyê de di bihaya 25 hezar lîreyan de ji 220 malbatan re alîkarîya cil û bergan û goşt kir. Bi sedan kesên feqîr û jar serî li komeleya me didin, lê belê em bervan re nagihin. Ji ber vê yekê em bang li birayên xwe yên xêrxwaz dikin ku di vî warî de bibin alîkar. Xweda ji temamê kesên xêrxwaz razî be."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir