• DOLAR 32.377
  • EURO 35.052
  • ALTIN 2325.606
  • ...
 "Bavê min jiyaneke nebevî jiya"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Seyda Mela Huseyîn el-Bûtî di 97 salîya xwe de di seat 01.05an de çû rehma Xwedê. Mela Huseyîn temamê emrê xwe xistibû xizmeta Îslam û ilmê û gelek alimên ku bi Qur'an û Sunnetê emel dikirin perwerde kir.

Naaşa merhûm el-Bûtî  hat anîn Mizgefta Ravdayê û li ser rihê merhûm xitma Qur'ânê hat daxistin. Serokê Lijneya Birêveberîya Medreseyên SUFFEyê M.Tayyîp Elçîyê lawê rehmetî el- Bûtî derbarê bavê xwe de diyar kir exlaqê wî yê Qur'an û Hz. Muhammed bû.

Elçî di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de destnîşan kir bavê wî gelek zêde ehemîyet dida farz û sunnetan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di warê tatbîqkirina şerî'atê de gelek zêde hesas bû. Berî ku wefat bike 20 deqîqeyan ez li balê pişkîyam û min got elhamdulîllah. Digel gelek zêde êşa wî hebû got 'yerhamukallah.'  Di demên xwe yên dawî de jî nimêja rûniştî dikir. Tadîlî erkan bû. Temamê sunnetên nimêjan dikir. Miheqqeq bi mîswakê emel dikir."

"Li ser navê xêrê çi ji destê we bê bikin"

Elçî di berdewama axavtina xwe de diyar kir bavê wî emrê xwe ji xizmeta ilmê re weqf kiribû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Berî vê çend heftîyan min jê pirsî,  ka ji me wesîyeta te çi ye? tu ew qas jiyayî, tiştekî ku tu bibêjî xwezî min vî tiştî kiriba heye? Ji min re 'Hemd ji Xwedê re, xortanîya me bi xizmeta ilmê re derbas bû. Tewsîyeya min ji we re hûn jî wisa bikin, xwe ji gunehan mihafeze bikin. Li ser navê xêrê çi ji destê we bê bikin.Qencîyê bibêjin û ji neqencîyê dûr bikin.'  Bi sedan telebe perwerde kir û hêj telebên wî perwerde dibin. Telebeyên wî yên ku medresê dixwînin hene. Her wisa wek Nqşîbendî mensûbê kevneşopa îrfanê bû. Bi sedan hezkirîyên wî hebûn. Li çar alîyê welat kesên ku ji kahnîya îrfanê îstîfade kir. Wek ewledên wî ji me re rehmetkirina wî qeybeke mezin e. Bo ummetê jî qeybeke mezin e. Biya min şûna alim û arîfekî wisa nikare bê dagirtin. Em him li ser navê xwe û him jî li ser navê ummetê ji ber mirina wî xemgîn in. Di temamê emrê xwe de carekê tenê jî ji sunnetê re muxalefet nekir. Temamê emrê xwe da xizmeta ilmê û îrşadkirina însanan. Bi kurtasî jiyanake nebevî jiya."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir