Ji AOFyê hişyarîya nûkirina qeydên dersan
AOF di daxuyanîya ku derbarê nûkirina qeydên dersan a heyama biharê de bo xwenderên ku dê qeydên xwe nû bikin agahî parve kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê nûkirina qeydên dersan de hat destnîşankirin kesên ku dê qeydên xwe nû bikin divê pêşî ders bên hilbijartin da ku xwendekar karibin li bankê heqê nûkirina dersan bidin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew ê kirarîyên nûkirina qeydan hetanî 12ê Sibatê berdewam bikin û xwendekar dikarin ji ser malpera http://aof.anadolu.edu.tr qeydên xwe nû bikin.(ÎLKHA)