Mela Huseyîn el-Bûtî rehmet kir
Seyda Mela Huseyîn el-Bûtîyê ku xelîfeyê Şêx Maşûq bû rehmet kir.
Hat ragihandin Seyda Mela Huseyîn el-Bûtîyê ku xelîfeyê Şêx Maşûq bû rehmet kir. Mela Huseyîn temamê emrê xwe xistibû xizmeta Îslam û ilmê û gelek alimên ku bi Qur'an û Sunnetê emel dikirin perwerde kir.
Seyda Mela Huseyîn el-Bûtî di 97 salîya xwe de di seat 01.05an de çû rehma Xwedê. Ew ê cenazeya el-Bûtî piştî nimêja nîvro ji Camiya Ravdaya Sûrê bê wergirtin û dê li goristana malbatê bê definkirin.(ÎLKHA)