• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Îdîaya li Îdlîbê "xaza jehrê hat bikaranîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ya ku navenda wê li Sûriyeyê ye îdîa kir ku li bajarê Îdlîbê bi xaza jehrê êrîşî sivîlan kirîye. Di beynanatê de hat îfadekirin ku "xaza jehrê" ji teref ekîbên tibbê û gelên bajêr ve hatîye rastkirin.

Afanja nûçeyan AFP ya Frensa jî îfade kir ku rejîmê li gelek bajarên eyaleta Îdlîbê bi helîkopteran êrîş rast kir û piştî êrîşan ji ber bîna pîs 5 kes bi tirsa fetisandinê hatin xistin bin tedawîyê.  

Ajansa nûçeyan ya Financial Timesa Îngîlîz jî îfade kir ku ji teref rejîmê ve li devera bajarê Îdlîbê bi xaza klorê êrîş hat rastkirin. Di enca êrîşê de herî hindik 9 kes bi jehrê ketin.

Ajansa nûçeyan ya El Cezîre ya ku bi Îngîlîzî weşanê dike îfade kir ku di roja sebtê de ji teref rejîmê ve 35 êrîş hatin rastkirin û di roja lehdê de jî herî hindik 68 êrîş hatin rastkirin. Hat dîtin ku piştî teyara Rûs hat xistin êrîşên rejîmê zêdetir bûn.

Hefteyek berê Emerîka îdîa kiribû ku rejîma Sûrî li nêzîkê paytext Şamê li dijî mixalifan sîlehên kîmyewî bikar anîye.

Wezaret Karûbarên Derve ya Sûrî van îdîayana wek "derew" dabû nîşandan.

Meha borî li Gûteya Rojhilat ya ku dibin kontrola mixalîfan de ye êrîşên roketî lê hatibûn rastkin. Piştî êrîşan 21 kes ji ber jehrketinê rakirin nexweşxaneyan û xistin bin tedawîyê.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê Wezîrê Tenduristiyê yê Koalîsyona Neteweyî ya Mixalif û Hêzên Şoreşger a Sûriyeyê Fîras Cundî daxuyanî da û wiha got: "Hêzên rejima Beşşar Esed bi xaza klorê êrîşî Serakîba navçeya Îdlîbê kirîye û di êrîşê de di nav wan de zarok jî hene 7 kesên sivî brîndar bûn. Kesên birîndar bûn hatin rakirin navendên tendirûstîyê. 

Midûrê Parastina Sivîl yê Îdlîbê (Beyaz Baretliler) Mûstafa Hac Yûsûf jî îfade kir ku bajarê Îdlîbê bajarekî divê lê rageşî kêm bûba lê belê li dijî vê yekê di rojên dawîde êrîşên rejîmê zêdetir dibe. Yûsûf, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku do êvarî di saetên şevê de êrîş li navçeyên Seraqib, Kefrenbîl, Han Şeyhûn û Marretînnûmana Îdlîbê hatine rastkirin û gundên Tel Merdîh, El Gedefe, El Tuh û Masaran jî bi balafirên herbê êrîş lê hatin rastkirin. Yûsûf di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku balafirên herbê yên Rûsî li gundê Masarana girêdaye Kenfrenbîlê êrîşa asîmanî rast kir. Di encama êrîşê de 8 sîvîl hatin qetilkirin û herî hindik 40 sîvîl jî birîndar bûn.   

Li deverê xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dikin û ji zêdebûna mirîyan endîşe tên kirin. Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê ev du mehên dawî ye li Îdlîbê êrîş zêdebûn e. Ev dû mehên dawîye li Îdlîbê êrîşên asîmanî zêdetir bûn. Tenê di meha çile de di encama êrîşên rejîmê de 211 sivîl hatin qetilkirin û herî hindik hezar û 447 kes jî birîndar bûn.

Îdlîba li bakûrê Sûryeyê cîh digre di komcivîna di navbera Tirkîye, Rûsya û Îranê de di 4-5ê Gulana 2017an de li Astanayê wek "Devera Kêmkirina Rageşîyê" hatibû îlankirin. ÎLKHA



Bu haberler de ilginizi çekebilir