• DOLAR 32.342
  • EURO 35.154
  • ALTIN 2309.541
  • ...
SON DAKİKA
2yemîn Kongreya Awarte ya Edenê ya HUDA PARê hat tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama kongreya ku hat tertîpkirin de serokê berê Veysel yavuz cardin bi standina temamê dengan wek serok hat hilbijartin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku beşdarî kongreya partîya xwe bû di kongrê de derbarê meseleyên di rojevê de axavtinek kir.

"Ger pêwîst be em ê ji wan kesên ku vî karî bikin re bibin xizmetkar û ji wan re çayfiroşîyê bikin"

Yapicioglu di destpêk axavtina xwe ya ku kir de daxwaz kir ku ev kongre bibe wesîleya xêran û dû re wiha axivî: " Em dibêjin bila memleket bi şikleke dirist bê îdarekirin û bi prensîbên dirist bê îdarekirin. Memleket ji teref kî ve tê îdarekirin ev yek bo me ne muhîm e, bo me ya muhîm ka welat çawa tê îdarekirin e. Em dibêjin bila li welat edalat hakim be. Bila neheqî û munkerat ji holê rabin. Ger pêwîst be em ê ji wan kesên ku vî karî bikin re bibin xizmetkar û ji wan re çayfiroşîyê bikin. Çavê me li wan rûniştekên ku ji eyarên xezalan hatine çêkirin û rûniştekên bilindtir nîne. Em bo li wan rûniştekan rûnin neketin siyasetê. Ger hûn tiştekî li wan rûniştekan zêde nekin, heqê wan nedin wê çaxê rûniştina we ya li wan rûniştekan tu feydeya wê tuneye."

 "Divê di navenda pergalê de însan hebe û adil be"

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê pergal bê guhartin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ji destpêkê ve dibêjin, divê guhartin bên kirin. Ger bes îdarevan bê guhartin dê hemû tişt weke xwe bimîne. Ew yek ji wan rabe û yê din rûne; bêhiqûqî dê berdewam bikin, neheqî, taqîbkarîya îhalê û xwarina heqê yetîman dê berdewam bikin.  Ew ê partî û kes biguherin, lê ew ê pergal hêj sihevan nikî nirxên millet û ew ê pevçûna xwe ya bi wan re bidomîne. We çi fêm kir ji vî karî. Naxwe divê pergal bê guhartin. Divê di navenda pergalê de însan hebe û adil be. Divê tu kes ji ber bawerî, ziman û zayenda xwe yan jî ji ber êş û memleketê xwe biçûk neyê xistin û dîtin. Ger hûn zilmê li kesekî/ê jî bikin wê demê tê fêmkirin ku li wî memleketî edalet tuneye. Ger li welatekî kesekî herî feqîr û jar ji kesê herî dewlemend û bi hêz bi şikleke bêtirs nikaribe heqê xwe teleb bike, mirov nikare li wî memleketî qala edaletê bike."

Piştî axavtina Yapicioglu, Serokê Bajêra Edenê ya HUDA PARê axavtinek kir û kongre bi diaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)

 

 







































































Bu haberler de ilginizi çekebilir