• DOLAR 32.594
  • EURO 34.874
  • ALTIN 2504.266
  • ...
Quds dilê ummetê ye û rizgarîya wê jî ji yekîtî û digelhevîyê derbas dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Quds ji teref Amerîkayê emperyalîst ve wek paytexta sîyonîstên îşxalker hat îlankirin re li Diyarbekirê ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve bi beşdarbûna gelek alimên herêmê paneleke bi navê "Quds û Mesûlîyeta Me" hat tertîpkirin. Alimên ku beşdarî panela bi navê "Quds û Mesûlîyeta Me" bûn destnîşan kir Quds dilê ummetê ye û rizgarîya wê jî ji yekîtî û digelhevîyê derbas dibe.

 "Quds muqaddesata Mislimanan e"

Şêx Evdirrehmanê Heznewîyê ji alimên Sûrîyeyî derbarê girîngî û ehemmîyeta Qudsê de destnîşan kir Quds muqaddesata Mislimanan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Qudsa ku di bin îşxala sîyonîstan de ye muqaddesata Mislimanan e û meseleyeke me ya girîng e."

 "Wehdeta aliman a xelkê ye"

Evdirreham Ozekîncîyê ji endamên Îttîhadul Ulemayê yê ku beşdarî panelê bûbû derbarê mijarê de diyar kir tertîpkirina bernameyên bi vî awayî gelekî xweş e û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Nexasim li vê derê kombûna aliman û ji teref wan ve dayîna peyama yekîtî û digelhevîyê pir xweş e. Lewra xelk li aliman dinêre, ger alim yek bin ev yekîtî ya xelkê ye. Bi gotineke din wehdeta aliman a xelkê ye."

 "Ji teref cihûyan ve îşxalkirina Qudsê tê maneya tu qedr û qiymeta me nemaye"

Naîf Muhammedê ji alimên Sûrîyeyî jî derbarê mijarê de qala girîngîya Qudsê kir û dû re derabrê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: " Em wek ummet di xew de ne, divê em hişyar bibin û bi xwe ve bên û bibin  yek. Quds di bin îşxalê de ye. Ji teref cihûyan ve îşxalkirina Qudsê tê maneya tu qedr û qiymeta me nemaye."

"Bo me Quds dilê ummetê ye"

Mustafa Durgunê endamê Îttîhadul Ulemayê qala ehemîyet û giringîya Qudsê ya bo ummetê kir û dû re wiha got: "Bo me Quds dilê ummetê ye. Sedema dagirkirina me ya maddî û manewî ya ku ji teref kafiran ve tê kirin ji Qur'an û Sunnetê dûr ketina me û îxtîlafên di nav me de ne. Xilasîya me encax bi girtina rêya Qur'an û Şerîatê  û tesîskirina wehdetê ye."(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir