Bekîr Bozdag: Ew leşkerên Amerîka yên ku li ser wan cil û bergên YPGê hene hedef in
Arîkarê Serokwezîr Bozdag destnîşan kir ger leşkerên Amerîka bi cil û bergên YPGê derkevin hember leşkerên Tirkîyê dê bên hedefgirtin.
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag di bernameya ku beşdarî bû de derbarê operasyona Efrînê ya ku berdewam dike de nirxandinan kir. Bozdag di nirxandinên ku kir de derbarê rewşa dawî de wiha axivî: "Leşkerên Amerîka bi cil û bergên YPGê derkevin hember leşkerên Tirkîyê dê bên hedefgirtin. Ger ev kes ji Minbicê dernekevin ew ê têkevin Minbicê. Em ê têkevin rojhilata Firatê."(ÎLKHA)