• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Efrînê 5 leşker jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşa PKKê ya ku li Efrînê li tankekê hat kirin de 5 leşkerên ku di tankê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku ji teref TSKyê ve hatiye belavkirin de hat destnîşankirin di bergeha operasyona Efrînê ya ku berdewam dike êrîş li tankê hat kirin, 5 leşkerên ku di tankê de bûn digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Sererkanîya Giştî ve hatiye belavkirin de hat diyarkirin li herêma Şêx Horoza bakûrêrojhilata Efrînê di 3ê Sibatê de êrîş li tankê hat kirin û di êrîşa ku hat kirin de 5 leşker jiyana xwe ji dest dan.

Sererkanîya Giştî di daxuyanîya ku berî niha belav kiribû de jî diyar kiribû di êrîşa ku li qereqola hidûdê ya li Kilîsê hatibû kirin de 2 leşker jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir