• DOLAR 32.515
  • EURO 34.988
  • ALTIN 2437.887
  • ...
"DEDAŞ dixwaze karê xwe bi welatîyan bide kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qosera Navçeya Mêrdînê xeta ceyranê ya diçe navendek kar ji ber sedemek ne dîyar teqîya. Esnaf îdîa dikin ku ji ber arîza pêk hatîye ev 10 roj e ew bê ceyranin. Esnafên ev 10 rojê wane bê ceyran e ji ber Dîcle EDAŞ wezîfa xwe nake bertekan nîşan didin. 

Esnafan îfade kirin ku ji ber arîza ceyranê ew gelek caran bi rayedarên Dîcle EDAŞê re axîfîn û wan tu encam nestendine. Piştî vê yekî esnafan îfade kirin ku em çûn cem midûrê nançeyê û em pêre axifîn û ji mere got di tirafoyê mezin de ceyran heye, arîze di xetê bin erdê re derbasdibe de ye. Esnaf îdîa dikin ku di gel ne wezîfa wane je EDAŞê ji wan re gotîye herin hûn bi xwe arîza xwe tesbît bikin û çêbikin.

Esnafan îfade kirin ku wan bi îmkan û derfetên xwe çend cî kolane û xeta ceyranê nedîtî ye û gotin: "Em hê nizanin xeta ceyranê di ku re derbas dibe emê çawa arîzeyê tesbît bikin" û ji vê dirûmê re îsyan kirin.

"Heta niha me ji bo jeneretor 3 hezar lîre mazota xerc kir"

Fahrî Dîkê esnafê Navenda Kar ya TOKÎyê îfade kir ku ev 10 rojê wane ew bê ceyranin û ji ber bê ceyranbûnê ew perîşan bûne."

Dîk, îfade kir ku ji ber bê ceyranîyê heta niha wan nêzîkî 3 hezar lîreyî mazot şewitandî ye û her roj diçê xisara wan zêdetir dibe.

"Di trafo de ceyran heye, arîzê bi îmkanên xwe çêbikin"

Dîk di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku me agahî dan DEDAŞê û me got xeta tê trafo teqîya ye û wiha got: "Hatin lênerîn û gotin di trafo de ceyran heye, xeta ceyranê teqîya ye. Tu tiştek nekirin û çûn. Kes bi pirsgirêkên me re elwqedar nabin. Ekîbên hatin lê nerîn gotin ev ne berpirsyarîya me ye, herin ji xwe re ban hostayekî kin bila were ceyrana we çêke. Ev ne karê elektirîkvane, lewra ew nizane xeta ceyran di kure derbas dibe. Em diçin ba Midûrê DEDAŞê dibêje emê çareser bike û me birê dike. Lê belê ekîbên tên, dibêjin bi îmkanên xwe çêkin. Madem we xetên ceyranê xistine bin eredê werin ji me re tesbît bikin emê ji xwe re çêkin. Êdî em jî nizanin emê çawa bikin. Me jî ji bo hûn ji me re çareserîyekê bibînin me gazî wekirin. Jeneretor ji do saet 2dê şev de dixebite, herî hindik 3 hezar lîre xwarî ye. Gelek esnafên hevalên me êdî îsyan dikin. Gelek esnaf kargehên xwe venakin. Temamê esnafên vir tev mexdûrin."

"Madem her tişt aîdî me ye wêçaxê çi hewce bi DEDAŞê heye?"

Ji esnafan Ridvan Koyulan îfade kir ku bi caran em birayedaran re axifîn û ji me re gotin emê çareser bikin lê belê ka? û wiha got: "Em wek esnafên Navenda Kar ya TOKÎ ev 10 rojên me ye embê ceyranin. Ekîban hatin lê nerîn gotin ev ne berpirsyarîya me ye, herin ji xwe re ban hostayekî kin bila were ceyrana we çêke. Herî dawî do hatin û goti emê li hemb we trafoyekî bînin lê belê divê hûn vîncê bînin qum û çemento bînin tenê emê girêdin. Dibêjin çareyekdin tineye û diçin. Ev 10 rojin em perîşan bûn. Perê ku em qezenç dikin em didin mazotê. Dema jeneretor arîze dide em ji bêrîka xwe çêdikin. Emê qûmê bînin, çemento bînin, kemçê bînin ewê tenê werin girêdin û fatorê jî ji mere bibirin. Çima emê çêbikin? Arîze ne di navenda kargehê de ye. Arîze li derveyî û dibin erdê de ye. Em ji ku dizanin arîze dikude ye. Madem her tişt aîdî me ye wêçaxê çi hewce bi DEDAŞê heye? Gava berê em çûn bal Midûrê EDAŞê lê belê tu ancam tine ye. Ev 10 rojên me ye em bê ceyranin. Em dixwazin rayadar gavek berî gavekê ji vê pirsgirêkê re çareserîye kê bibînin. (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir