Tirkîye bertek nîşanî Yewnanîstanê da
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkîye, ji Yewnanîstanê îadekirina Mehmet Doganê DHKP/Cyî xwestibû. Lê belê ev daxwaza îadeyê ji teref mehkema Yewnenîstanê ve hat redkirin.
Wezareta Karûbarên Derve ya Tirkîye ji bo Mehmet Doganê DHKP/Cyî yê ku di 28ê Mijdara 2017an de li Atînayê hatibû girtin daxwaza îadeyê kiribû. Lê belê ev daxwaza Tirkîyê ji teref Mehkema Temyîzê ya Atînayê ve hat redkirin û Tirkîye bertek nîşanî ev biryara mehkema Atîna da.
Li gor daxuyanîya ji teref Wezareta Karûbarên Derve de hat kirin de ev biryara wek xemgînîyek mezin hat nîşan dan û wiha hat gotin: "Bi vê biryarê carek din derket holê ku mehkemeyên Yunan rêxistinên terorê di parêsînin û tewra wan ya li hember terorê derxist holê. Ev biryara Yewnanîstanê ne li gor hiqûqê navneteweyî ye û bi hiqûqê cîrantîyê re jî li hev nake. Ji niha û pêde em hêvî dikin hû meqamên darazê yên Yunan di bin zordarîyê sîyasîyan de nemînin û li gor hiqûq û edaletê hikum bidin. (ÎLKHA)