• DOLAR 32.385
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2326.35
  • ...
 "Armanca me ew e ku em Qudsê bikin yekemîn xala rojevê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Quds ji teref Amerîkayê emperyalîst ve wek paytexta sîyonîstên îşxalker hat îlankirin re ew ê roja yekşemê ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve li Diyarbekirê bi beşdarbûna gelek alimên herêmê paneleke bi navê "Quds û Mesûlîyeta Me" bê tertîpkirin.

Muhammed Ozerê Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê  derbarê panela bi navê "Quds û Mesûlîyeta Me" ya ku dê li Diyarbekirê bê tertîpkirin de axivî  û diyar kir armanca wan ew e ku em Qudsê bikin yekemîn xala rojevê.

Ozer di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de derbarê bernameya ku dê bê lidarxistin de diyar kir berî niha jî di vê bergehê de gelek bername hatin lidarxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Piştî ku Quds ji teref Amerîkayê ve wek paytexta sîyonîstên îşxalker hat îlankirin re li alema Îslamê gelek bertek hatin nîşandan. Gelek mîtîng, panel û konferans hatin tertîpkirin û li Qudsê xwedî hat derketin û hat nîşandan ku Quds bajarê Mislimanan e û tu eleqeya wê bi Amerîka û sîyonîstan re tuneye. Dû re demekê bêdengî hakim bû. Elbest dîsa li alema Îslamê bernameyên cûrbecûr tên lidarxistin."

 "Armanca me ew e ku em Qudsê bikin yekemîn xala rojevê"

Ozer di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hewil didin Qudsê bikin yekemîn maddeya rojevê û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Hemû kes xeber da û hem kes tiştekî got. Me jî xwest ku di vê heyamê de bila dengê aliman derkeve, bila fikr û ramanên xwe bibêjin û bi raya giştî re parve bikin da ku rêyekê nîşanî însanan bidin. Di nav kesên beşdarvanan de Serokê Lijneya Alimên Hamasê, rayedarên Cîhada Îslamî, Miftîyê Bajêra Diyarbekirê, nivîskar, endamên Îttîhadul Ulemayê hene. Roja yekşemê di navbera seat 10.00 û 16.00an de paneleke ku tev de ji 2 rûniştinan pêk tê bê tertîpkirin.   Ew kesên ku  dê beşdarî bernamê bibin ew ê îstîşare bikin, înşallah ew ê feydeyeke me li doza Qudsê bibe. Armanca me ew e."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir