• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
115 salî ye û qet neçûye nexweşxanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dapîra Halîmeya ku li Artukluya Mêrdînê dijî heta niha qet neçû nexweşxanê. Dapîra Halîmeya ku bûye şahidê xela û gelek şeran diyar kir ew ewil bi wesîleya Xwedê û dû re bi wesîleya mast wisa bi sihet e û li ser piyan e.

 "Însan tiştek nedidîtin ku bixwin"

Dapîra Halîme di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de qala rojên xelayê kir û wiha got: "Di dema xelayê de em li vê herêmê dijîyan. Me gelek zehmetî kişand, wê çaxê tiştekî xwarinê tunebû. Me ceh dikeland û vedixwar. Însan nikaribûn tiştekî peyde bikin. Ez dikarim bibêjim ew mabû hev dû bixwin."

 "Me gelek tişt dît û gelek ezîyet kişand"

Dapîra Halîme di berdewama axavtina xwe de diyar kir wê demê gelek însan ji nêza mirim, Xweda cardin tiştekî wisa neyêne serê me û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Wê demê seferberî hebû û temamê zilaman birin nexweşxanê. Ji ber vê yekê ji mecbûrî pîrek dixebitîn. Li gundê me 30 pîrekên ku barê êzingan dabûn li ser pişta xwe bo firotina wan diçûn Mêrdînê. Li ser serê wan bes yekî kal hebû. Me gelek tişt dît û gelek ezîyet kişand. Ne tiştekî xwarinê ne jî lixwekirinê hebû."

"Ez bo azadîya Qudsê dia dikim"

Dapîra Halîme diyar kir dewra Abdulhamîd tê bîra wê diyar kir ji ber ku nexweş e hişê wê lawaz bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Rebbê min bibe alîkarîya Mislimanên Filistînî, bi merhemeta xwe wan şa bike. Rebbê min îşxalkeran qehr û perîşan bike û wan ji Filistînê derxîne. Ez bo azadîya Filistînê dia dikim, înşaallah ew ê îşxalker ji Filistînê bên derxistin."

 "Ataturk çend caran hat gundê me"

Dapîra Halîme di berdewama axavtina xwe de diyar kir Ataturk çend caran digel leşkeran hatiye gundê wan û millet dikir ji nêza bimre, lê wî temamê xurekan dida hev û dida leşkeran. Dapîra Halîme dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Carekê dîsa Ataturk digel leşkeran hatibû gundê me. Elbet di gundê tu kesê ku bi Tirkî zanibe tunebû. Bavê min mecbûr mabû ku ji wan re heywan ser jê bike. Xwarin ji wan re çêkir û dema ku Ataturk hat ji me re got 'xwarinê bînin.' Bavê min jî hazirî kiribû, encax ji ber ku bi tirkî nizanibû got 'na.'  Ji ber vê yekê Ataturk ji leşkeran re got 'wî razînin erdê.' Piştî vê gotinê leşker bavê min razandin erdê. Elbet dû re bavê min bi şiklekî xwe bi wan da fêmkirin û di talîyê de xwarina xwe xwarin û dû re çûn Stewrê. Bi saxiya xwarina bavê min millet xelas bû. Digel ku millet birçî bû mecbûr ku xwarinê bidin leşkeran. Her cara ku dihatin bi şiklekî xwarin berhev dikirin û didan wan."

 "Qur'an hat qedexekirin, azan bi tirkî hat xwendin"

Dapîra Halîme di berdewama axavtina xwe de di bîran xist di dema Îsmet Înonu de Qur'an hat qedexekirin û azan bi tirkî hat xwendin û dû re wiha got: " Di wê dewrê de gelek alim hatin îdamkirin."

 "Gelek naskirîyên min çûn şer û nehatin"

Dapîra Halîmeya got di dewra seferberîyê de gelek naskirîyên wê hatine birin şer û dû re wiha got: " Encax yek ji wan jî nehat. Me bi salan şîna wan girt. Ermenî di ser gundên de digirtin. Dema ku di ser gund de digirtin xelk ji tirsan diketin malên xwe. Lewra Ermenîyan însanan qetil dikirin û zilmê li xelkê dikirin."

 "Êzingên ku me dibir Mêrdînê bi çend quruşan difirot"

Dapîra Halîme diyar kir ew wê demê debara hewil didan bi firotina êzingan bikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "Wê demê pereyên zîv hebûn. Wek quruşek, du quruş, 10 mecîdî. Wê demê me êzing dibir Mêrdînê û bi du quruş û nîvan difirot û me hewşil dida debara xwe bikin. Me gelek tişt dît. Niha emrê min gelek zêde ye. Ji ber wê yekê gelek tişt nayên bîra min û zû dibetilim."

"Ez pir zêde mast dixwûm û dew vedixwûm"

Dapîra Halîme di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew heta niha qet neçûye xestê û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî : "Ez ewil bi wesîleya Xwedê û dû re bi wesîleya mast wisa bi sihet im û li ser piyan im. Ez xwarinên bi tewaş naxwûm. Ez pir zêde mast dixwûm û dew vedixwûm."(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir