• DOLAR 32.598
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2508.878
  • ...
HUDA PARê sertîfîka da kesên kursa Kurdî xelas kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatîya HUDA PARê ya Bajarê Êlihê ve ji bo endamên wê kursa zimanê Kurdî ya nivîs û xwendinê hatibû vekirin. Kursa 4 mehan dewam kir bi îmtîhanê bi dawî bû û kesên di îmtîhanê de bi ser ketin bi merasimekê sertîfîkayên xwe girtin.

Di merasîma sertîfîkayê de Endamê Lijneya Şêwrê yê HUDA PARê Îsa Aydin, Serkan Ramanli û Serok Bajarê Êlihê Davût Şahîn û Serokê Navçeya navend M. Şerîf Dûrmaz û xwendekar beşdarî merasîmê bûn.

Piştî belavkirina sertîfîkayan Serokbajarê Êlihê Davût Şahîn axifî û îfade kir ku 58 kursîyerên me yên ku di îmtîhanê de bi ser ketin wan mafê girtina sertîfîkayê qezenc kirîye.

"Ji bo zimanî Kurdî neyê asîmêlekirin û neyê windakirin em kursan vedikin"

Şahîn, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku heta niha 150 xwendekarî di kursên me de bi ser ketin e û wîha got: "Ji bo zimanê Kurdî baştir bê fêhm kirin û bê peyîvandin ev du sal e li serokatîya me ya Êlihê em kûrsan didin. Hemd ji Xwedê re heta niha 150 kursîyerên me bi serkeftin kursên xwe qedandin û sertîfîkayên xwe girtin. Em ji mamosteyên xwe re jî malavahîya xwe tînin ziman. Înşallah xebatên me yên di vî warî de wê dewam bikin."

"Bi xêra kursê min Kurdîya xwe zaf pêşve bir"

Huseyîn Olamê, beşdarî kursê bû û sertîfîka girt îfade kir ku min bi xêra kursê Kurdîya xwe zaf pêşve bir.

Olam, di berdewama axaftine xwe de wiha got: "Ez beşdarî kursa ku Serokatîya HUDA PARê ya Êlihê dida bûm. Berya ez beşdarê vê kursê bibim min zimanê xwe yê dayikê nêvî Kurdî û nîvî jî Tirkî dizanîbûm. Bi xêra vê kursê min Kurdîya xwe zaf pêşve bir. Bi xêra vê kursa partîya me ez baştir zimanê xwe yê dayikê diaxifim û hîn bûm." 

"Însan û civak; bi bawerî, ziman û çanda xwe li ser pîya dimînin"

M. Emîn Dogrûyê ku bi ser ket û sertîfîka gir jî hêstên xwe anî ziman û got: "Em beşdarî vê kursa ku partîyame vekir bûn û me bi serkeftin qedand. Berya em beşdarî vê kursê bibin bêjeyên em pê diaxifîn pirê wan bêjeyên ji zimanên din bûn. Dema wisa be meriv nikarin xwe bi zimanê xwe bînîn ziman. Çawa darek bi kok û rehê xwe li ser pîya be însan jî wisa ye, însan bi bawerî, ziman û çanda xwe li ser pîya dimînin."

"Heger Kurdî wek zimanê fermî bihata hînkirin wê zehmetî nehata kişandin"

Dogrû, di dawîya axiftina xwe de îfade kir ku divê ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî amadehî bên kirin û wiha li axaftina xwe dawî anî: "Çi di warê peyîvandin û çi jî di warê hînkirina zimanê Kurdî de gelek zext hebûn. Li ser îhtîyacan partîya me kursek wisa vekir. Dil dixwest ku zimanê Kurdî wek zimanê fermî li dibistana bihata hînkirin. Dema wisa ba wê tu pirsgirêk nehata kişandin. Lê belê bi xêra kursên wisa ez bawer dikim ku ev kîmasîya qismek be jî wê bê çareser kirin. Ez ji partîya me û ji mamosteyên xwe re teşekur dikim û malavahîya xwe tînim ziman. (ÎLKHA) 























Bu haberler de ilginizi çekebilir