Nifûsa Tirkîyê gihaşt 81 milyonî
Li gor encamên pergela qeydên nifûsê yên navnîşanan ji sala 2017an pê venifûsa Tirkîyê 995 hezar û 654 kes zêde bû.
Ji teref Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve encamên sala 2017an a pergela qeydên nifûsê yên navnîşanan hat daxuyandin. Li gor daneyên ku ji teref Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine daxuyandin ji 31ê Berfanbara sala 2017an pê ve nifûsa Tirkîyê bû 80 milyon û 810 hezar û 525 kes.
Li gor daneyan nifûsa Tirkîyê li gor sala borî 995 hezar û 654 kes zêde bû û nîvî zêdetirê nifûsê zilam in.
Di raportê de hat diyarkirin li Tirkîyê tev de 40 milyon û 535 hezar û 135 kes zilam in û 40 milyon û 275 hezar û 390 kes jî pîrek in.
Li gor raportê bajêra ku xwedîyê nifûsa herî zêde ye Stenbol û ya herî kêm jî Bayburt e.(ÎLKHA)