• DOLAR 32.365
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2324.805
  • ...
Amerîka Henîyye xist "lîsteya terorê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor xebera Navenda Enformasyana Fîlîstînê Wezareta Xezîne ya Emerîka Serokê Bûroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye xist "lîsteya terorîstên biyanî".    

Serokê Hamasê Îsmaîl Henîyye, berya hikumeta lievanînê ya Filistînê bê avakirin wek Serokwezîrê Filistînê wezîfe dikir.

Di nav kesên ji teref Wezareta Xezîneya Emerîka ve hat xistin lîsteya terorê ji Fîlstînî û Ereban gelek kes hene.

Berya niha Wasîhîngtonê 4 kesên navdar yên hereketa Hemasê xistibû lîsteya terofê. Kesên berî niha xistibû lîsteya terorê Yahya Es-Sînvar, Rûhî Muştehî,Mûhammed Ed-Dayf û di Îlona 2015an de jî Fethî Hammada jî xistibû listeya terorê.

Li gor vê biryara hat girtin ji niha û pêde welatîyên Emerîka an jî kesên li Emerîka îqamet dikin wê nikaribin bi Îsmaîl Henîyye re têkevin têkiliyê. Li hêla din bi vê biryarê heger malên Henîyye li Emerîka an jî cîkî di bin kontrola Emerîkan de be wê dest bê dayîn ser malên wî.

Kesên Wasîhîngtonê wan têxin bin lîsteya terorê ev tê wateya ew kes ji bo Emerîka û welatîyên Emerîka bi talûke ye. (ÎLKHA)  

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir