Kirarîyên tescîla wesayîtan dê li noterê bên kirin
Kirarîyên tescîl, dewir û firotinê yên wesayîtan dê ji teref noterê ve bên kirin.
Hat ragihandin kirarîyên tescîl, dewir û firotinê yên wesayîtan dê ji teref noterê ve bên kirin.
Rêziknameya derbarê mijarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor rêziknameyê ew ê Pergala Tescîl û Sîcîlên Wesayîtan a Yekîtîya Noterên Tirkîyê bê damezrandin û temamê kirarîyên di bergeha rêziknameyê de ji ser Pergala Tescîl û Sîcîlên Wesayîtan a Yekîtîya Noterên Tirkîyê bên kirin.
Li gor rêziknameya ew ê temamê kirarîyên tescîl, firotin û dewrên yên ji xeynî wesayîtên Serokomartî, Serokwezîrtî, MÎT, Ewlehî û dîplomatîk ji teref noteran ve bên kirin.(ÎLKHA)