• DOLAR 32.362
  • EURO 35.346
  • ALTIN 2323.061
  • ...
3 roketên din jî hatin avêtin li Kilîsê: Birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku tê zanîn doh 5 roket hatin avêtin Reyhanliya Hatayê. Di encama avêtina van roketan de qîzeke 17 salî jiyana xwe ji dest da. Doh di wextên êvarî de ji teref PKK/PYDê ve 3 roketên din ji Efrîna Sûrîyê hatin avêtin Reyhanliya Hatayê.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin derdira seat 00.30an de roketeke ku hat avêtin li Taxa Degirmentaşa Reyhanliyê îsabetî avahîyekê kir, di encama bûyerê de kesek birîndar bû û di malê de xisar pêk hat.

Piştî vê êrîşê cardin roket hatin avêtin. Roketên ku hatin avêtin li Taxa Gultepê îsabetî malekî û zevîyeke vala kirin.

Li herêmê tedbîrên ewlehîyê hatin standin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir