• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Dîn-Bîr-Senê HUDA PAR zîyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Dîn-Bîr-Senê yê şaxa Bilîsê Îsmet Alac û heyeta pê re Serokatîya HUDA PARê ya Bajarê Bilisê zîyaret kirin.

Heyeta Dîn-Bîr-Senê ji teref serokê Bilîsê Celal Gul û partîvanan ve hat pêşwazîkirin. Di zîyareta li avahîya partîyê hat kirin de di warê operasyonên li Efrînê tê kirin û êrîşên sîyonîstan yên li Qudsê tên kirin de hat peyîvandin.

Gul, destnîşan kir ku Qudsê ûnsûrek Mislimana li hev dicivîne û lazime Misliman li hember îşxalkirina sîyonîstan ya li Qudsê baldartin bin. 

Gul, di berdewam axaftina xwe de wiha got: "Quds, unsûreke Mislimana dike yeke. Ev bi sala ye Quds di bin zilma sîyonîstan de ye. Heta ku qibla ewil ya Mislimana Mescîdî Eqsa ji bin zilmê neyê rizgar kirin hizûr û aramîyê neyê van deveran. Ji ber vê yekê hizûra Mislimana girêdaye bi azadîya Quds ê. îsraîla şebeka terorê polîtîkaya xwe ya îşxalê didomîne. Şebeka terorê li Mislimanê Filistînî zilmê dike, axa wan îşxal dike û zarokan qetil dike. Dinya ji kirina vê zilêm re bêdeng dimîne. Dema Teşkîlata Hevkarîya Îslamê li Stenbolê civîya û hinek biryar digirtin jî êrîşên çeteyên sîyonîst yên li ser Filistînê dewam dikir. Ji bo Qudsê gotin tenê nebes e lazim e hin gav bên avêtin. Bi Rojhilat û Rojava temamê wan axana yê Filistînîyane."   

Gul, di berdewama axaftina xwe de qala operasyona li Efrînê tên kirin kir u îfade kir ku em ji serî de li Sûrî ne li hêla rijandina xwînê bûn û wiha got: "Ya hewce ew bû ku ji bo dewletên emperyalîst yên ku Emerîka û sîyonîst serê wan dikşîne rê nehatiba vekirin. Ya hewce ew bû ku dewletên cîranê Sûrî yên wek Îran û Tirkîye hatiban cem hev û ev mijara di navbera xwe de hel kiribana."

Serokê Dîn-Bîr-Senê yê şaxa Bilîsê Îsmet Alac îfade kir ku Quds ji bo Mislimana mijareke jêvenegere û ya pêwist ew bû ku ji Emerîkare zemîn nehatiba amadekirin.

Zîyaret bi temenîyê xweş bidawî bû. (ÎLKHA) 













Bu haberler de ilginizi çekebilir