• DOLAR 32.537
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2487.574
  • ...
Di navbera 20 salên pêşîya me de Tirkîye dê bibe welatekî 'feqîrê avê'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Tirkîyeya ku di nav havzaya Akdenîzê ya ku guhertina herî zêde ya îklîmê lê tê dîtin e her sala ku derbas dibe hişeksalî û problema avê zêdetir dibe, li gor pîsporan ger niha ve tedbîr neyên standin ew ê di navbera 20 salên pêşîya me de Tirkîye dê bibe welatekî 'feqîrê avê.'

Li gor daneyên Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê li tevahîya Tirkîyê baran ji sala 2009an vir ve ji sedî 20 kêm bûye. Li gor heman daneyan di meha Berfanbara sala 2017an li gor heman meha sala borî baran ji sedî 29.2 kêm barîyaye. Dîsa li gor heman meha sala 2016an jî baran  ji sedî 31,7 kêm barîyaye.

Çend heftîyên jimartî  man ku demsala zivistinê xelas bibe, lê hêj li gelek derên welat berf û baran nebarîye ku ev yek cotkaran û pîsporên îklîmê bifikar dike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir