• DOLAR 32.44
  • EURO 35.43
  • ALTIN 2330.66
  • ...
Li Diyarbekirê pevçûna çekdarî: 5 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di pevçûna ku li gundika Ammana gundê Oyaliya Egilê di navbera 3 malbatan de pêk hat de çek hatin bikaranîn. Di encama pevçûnê de 5 kesî jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li gundika Ammana gundê Oyaliya girêdaye bi navçeya Egilê de di navbera 3 malbatan de ji ber lihevnekirina zevîyan pevçûn derketibû. Malbata li gundikê Ammana gundê Oyaliya îqamet dikin ji bo lihevhatinê li mînîbusê sar bûn û çûn gundê Gommanê. Di navbera herdû malbatan de ji ber lihevnekirina zevîyan dîsa pevçûn derket. Dema kesên ji gundikê Ammanê hatibûn li wesaîta xwe sûwar bûn û dikira biçyana êrîş li wan hat rastkirin. Di encama êrîşê de 3 kesên di mînîbusê de bûn jiyana xwe ji dest dan.

Piştî êrîşa çekdarê hin kesên ji gundikê Ammanê hatin gundê Gommanê êrîşî gund kirin û di encama vê êrîşê de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bûyer qewimî tîmên tenduristîyê û tîmên cendermeyan sewqî cîyê bûyerê hatin kirin. Hat îfadekirn ku 7 kesên birîndar bûbûn bi ambolansan rakirin nexweşxaneyan.

Cenazê kesên di bûyerê de jiyana xwe winda kirin Leyla Bakîl (17), Abdurrezak Bakîl (52), Cebrail Korkmaz (45) û 2 kesên navê wan nehatîye hîn kirin rakirin morga Nexweşxaneya Gazîyaşargîl ya Perwerdehî û Pêşlêgerîn û Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle yê. (ÎLKHA)   

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir