• DOLAR 32.382
  • EURO 35.036
  • ALTIN 2326.3
  • ...
Civîna bajêra Qudsê ya ku ji teref wehyê ve hatiye pîrozkirin bi dawî bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatîya Karên Diyanetê ve li Stenbolê bo bal bên kişandin li ser girîngî û ehemîyeta Qudsê civîneke bi navê Civîna bajêra Qudsê ya ku ji teref wehyê ve hatiye pîrozkirin hat tertîpkirin û civîn du rojan berdewam kir. Gelek kes him ji nava welêt û him jî ji derveyî welêt beşdarî civînê bûn.

Kesên beşdarvan bi dorê derbarê civîn û ehemîyeta Qudsê de hest û nêrînên xwe anîn zimên.

Dr. Muhammed Subhî Mustafa Safedîyê ku li Zanîngeha Îslamê ya Pakistanê Wezîfedarê Hîndekarîyê ye di bernamê diyar kir dijmin zirarê nadin me, lê belê hinek minafik zirarê didin me û dû re wiha got: " Tefrîka ku heye li ummetê nayê. Xweda mihafeze bike, ger zilmek li ummetê hat kirin divê em temam vê yekê hîs bikin. Divê em dev ji cudahîyên fikrî berdin û Îslamê derxînin pêş, dema ku me vê yekê kir ew ê dengê me bê bihîstin."

Dr. Muhammed Asrî Zeînul Abîdînê Miftîyê Eyaleyê yê Malezyayê jî di civînê de diyar kir problema me bes ne Filîstîn e; bi heman awayî Burma, Sûrîye, Arakan... e û dû re got: "Xweda ji me re dibêje ku em milletek in. Xweda zaferê nesîbê me bike."

Yusuf Îdîs Şêxê Wezîrê Karên Dîn û Evkafê yê Filistînê jî destnîşan kir di van demên dawî de gelek kes ji Tirkîyê tên ziyareta Qudsê ku ev jî wanan kêfxweş dike û dû re wiha got: " Çeteyên terorê yên siyonîst qet kêfa wan nayê ku Misliman Mescîda Eqsayê ziyaret bikin. Ziyareta Qudsê ya ku ji teref Tirkîyeyîyan ve tê kirin bo vê derê zefer e."

Allahşukur Paşazadeyê Serokê Îdareya Dînî yê Mislimanêm Qafkasa Azarbeycanê yê ku beşdarî bernamê bû diyar kir "Temamê dewletên Misliman wek bira li ba hev bana ev problem û zehmetîyên derheqê Qudsê de dernediketin holê."

Doç. Dr. Enver Arpayê ku li Zanîngeha Zanistên Civakî ya Enqerê Wezîfedarê Hîndekarîyê ye jî diyar kir "Îşxalker dê hizûr û aştî neyêne Qudsê . Ew li temamê wan kesên ku ne ji wan in re zilmê dike. Îslam heq dide wan dînên din da bijîn. Aştî encax bi Îslamê mimkûn e."

Serokê Mehkemeya Şerîatê ya Filistînê Mustafa Muhammed Andurrahman Tavîlê ku got Mescîda Eqsa muqeddes e derbarê mijarê wiha bang li  Mislimanan kir: "Ez banga xwedîderketina li Qudsê li temamê Mislimanan dikim."

Di dawîya civînê de danezana encamê ya civînê ji teref Prof. Dr. Alî Erbaş ve hat xwendin û civîn bi dawî bû.(ÎLKHA)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir