2 roketên din jî li Kilîsê ketin
2 roketên din ên ku ji terefê Sûrîyê hatine avêtin li Kilîsê ketin.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin 2 roketên ên ku derdora 16.30an de ji teref Sûrîyê hatin avêtin li Kilîsê ketin.
Hat diyarkirin ji roketên ku hatin avêtin yek îsabetî zevîyeke vala û ya din jî li Taxa Oncupinarê îsabetî kargehekî kir.
Piştî êrîşa ku hat kirin re Walîyê Kilîsê Mehmet Tekînarslan hat cihê bûyerê û lêkolînan kir.(ÎLKHA)