• DOLAR 32.576
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2496.486
  • ...
 "Lenet li wan kesên ku vê zilmê bi zanebûn ji me reva dibînin be"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Naskirî û malbatên ku Yûsufîyên ji teref FETO û daraza 28ê Sibatê ve zilm li wan hatine kirin û ji ber nasnameya xwe ya Îslamî di zindanan de tên girtin ji ÎLKHAyê re axivîn.

Malbatên ku nêzî 20 salan naskirîyên wan bi neheqî û bi kumpas û komployan di girtîgehan de tên girtin  destnîşan kirin 28ê Sibatê hêj berdewam dikin. Malbatên ku xwestin  dawî li vê zilm û mexdûrîyetê bê anîn destnîşan kirin "Lenet li wan kesên ku vê zilmê bi zanebûn ji me reva dibînin be."

 "Lenet li wan kesên ku vê zilmê bi zanebûn ji me reva dibînin be"

Sidiqa Taşa ku xweha Yaqûp Taş e derbarê mijarê de diyar kir kekê wê bi îftîra û îşkenceyan hat girtin û ev 18 sal in ku di girtîgehê de tê girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Lenet li wan kesên ku vê zilmê bi zanebûn ji me reva dibînin be. Ji xwe ew zilma ku li me kirin hate serê wan. Em heta ku sax bin wan kesên ku vê zilmê li me kirine dê ji bîr nekin. Ez wan hewaleyî Xwedê dikim."

"Ji Xweda hêvî nayê qutkirin, lê..."

Taş di berdewama axavtina xwe de diyar kir birayê wê dema ku 19 salî bû hatiye girtin  û dû re wiha got: "Em dizanin ku Serokomarê me jî hat mexdûrkirin û hat avêtin hepsê. Em dixwazin demildest ji halê me fêm bike û dawî li vê mexdûrîyetê bê anîn. Ji roja ku hikûmeta niha hatiye serî ve em di nav hevîyekê de bûn, lê mirada me di qirika me de ma. Ji Xweda hêvî nayê qutkirin, lê belê li gor rewşa niha êdî em tiştekî hêvîya me namîne."

"Em hêj vê zilmê dijîn û mexdûrîyetên me nayên çareserkirin"

Nurten Balkaya ku xanima Îsmaîl Balka ye derbarê zilamê xwe de diyar kir zilamê wê ev 18 sal e ku di girtîgehê de tê girtin û ew zilma ku ji wan re hatiye reva dîtin hêj berdewam dike.

Balkan di berdewama axavtina xwe de diyar zilm hêj xelas nebûye û dû re wiah li axavtina xwe zêde kir: " Em vê zilmê dijîn û dawî li mexdûrîyeta me nehat anîn. Em hêj fêm nakin çima dawî li vê zilmê nayê anîn.  Dema ku zilamê min di girtîgehê de bû em zewicîn. Ez ji axavtineke serokomar re bûm şahid. Gotibû 'Birayên me yên ku ev 10-15-20 salan bi neheqî di girtîgehê de tên girtin hene." Piştî vê axavtinê parîkek bêhna me derketibû. Wê demê ez bi dergistî bûn, min ji xwe re digot ew ê zilamê min were û em ê di dawetê de bi hev re bin. Lê belê mexdûrîyet nehatin çareserkirin."

"Bila Yûsûfî azad bibin, tu kes nikare hisabê van Mislimanên ku bi neheqî di girtîgehan de tên girtin bide"

Balka di dawîya axavtina xwe de bang li rayedaran kir û got " Bese êdî! Bila ev 28ê Sibatê bibe ya dawî. Bila Yûsûfî azad bibin, tu kes nikare hisabê van Mislimanên ku bi neheqî di girtîgehan de tên girtin bide.Em wan kesên ku vê yekê kirine haweleyî Xwedê dikin. Ew kesên ku ji Ergenekon û Balyozê hatibûn girtin bi darizandina ji nû ve hatin berdan. Em jî darizandina ji nû ve dixwazin. Înfaza bêdaraz li wan hat kirin. Em dixwazin ev qerar bê betalkirin."

 "Ji ser wan zilamên me yên ku di girtîgehê de ne jiyana sirgûnê bi me dan jiyandin"

Pîreka bi navê Zuleyha Boldaga ku zilamê wê Turan Boşdag 18 sal in di girtîgehê de tê girtin  derbarê mijarê de diyar kir  ew di vê pêvajoya 18 salene de gelek zehmetîyên mezin kişandine û dû re wiha got: " Him ez bi xwe û him jî zarokên min digel hev me gelek zêde zehmetî kişand. Ger em rabin van bînin zimên gotin têrî nake. Temamê dê û bavan dizanin ka pîrekek di dema bi tena serê xwe zarokan mezin dikê de çi zehmetîyan dikşîne.  Bifirik ev zarok di dema ziyareta bavê xwe yê di hepsê de di nav psîkolojîyeke çawa de ye. Êdî ez jî nizanim qala kîjan zehmetîyê bikim. Lê ev rastî heye ku me gelek zêde zehmetî, êş û elem kişand. Ji ser wan zilamên me yên ku di girtîgehê de ne jiyana sirgûnê bi me dan jiyandin. Bi salan em li girtîgehên mîna Tokat û Orduyê gerîyan."

 "Tu tişt şûna dê û bav nagire"

Boldag di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew bêyî hebûna bavê wan 2 zarokan di nav sed zehemetîyê de mezin kiriye û dû re wiah got: " Dema ku em diçin derekê li wê derê zarok dibêji baba, zarokên min li nava çavên min dinêrin. Lewra ew ji vê peyvê mehrûm in. Zarokên min tu carî ji bavê xwe têr nebûn. Ew jî wek wan zarokên Yûsûfîyên din ji bavênb xwe mehrûm man û mezin bûn. Me tişîtek ji zarokên xwe kêm nekir, lê  belê ti tişt şûna dê û bav nagire. Ez ji vê derê bangî serokomar û xanima wî dikim. Ew jî dê û bav in. Bila xwe têxin şûna me û halê me bifikirin."

Her wisa kesên bi navê Rukîye Balka û Nurhayat Gultepeya ku naskirîyên Yûsûfîyan in derbarê zilm û neheqîyên ku li naskirîyên wan û li wan tên kirin de gotin bi şikleke eşkere zilm li wan hat kirin û ji kumpasê re hatin qurbakirin ku ew dixwazin heqê Yûsûfîyan bên îadekirin.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir