Roket hat avêtin li Kilîsê
Ji hêla Sûrîyê roket hat avêtin Kilîsê.
Hat ragihandin roketa ku ji hêla Sûrîyê hat avêtin li Kilîsê îsabetî zevîyeke vala kir.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin roketa ku ji Efrînê ji teref PKK/PYDê ve hat avêtin li Kilîsê îsabetî zevîya vala ya li nêzî Turbeya Şêx Muhammed Bedevî kir.
Di êrîşa ku hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat û li dora herêma ku roket îsabetî kir şerîda ewlehîyê hat kişandin.
Walîyê Kilîsê Mehmet Tekînarslan hat cihê bûyerê û lêkolînan kir.
Yekîneyên leşkerî yên ku li ser sînor hatine bicîkirin bi obusan mewzî û çeperên PKKê yên li Efrînê bombebaran dikin.(ÎLKHA)