• DOLAR 32.523
  • EURO 34.809
  • ALTIN 2431.488
  • ...
Qamyon û mînîbus li hev qelibîn: 8 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin  li ser Rêbeja Wan-Hekkarîyê li nêzî Gurpinara navçeya Wanê mînîbus û qamyonek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora seat 06.00an de 70emîn kîlometreya Rêbeja Wan-Hekkarîyê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 65 EN 541 a ku ji Wanê ber bi Hekkarîyê ve diçû û bi qamyona bi palqeya 65 DH 165 a ku ji hember dihat li Guzelsuya Gurpinarê li hev qelibîn.

3 kesên ku navên wan ên ku nehat hînbûn û kesên bi navê Muzaffer Korkmaz, Cevdet Genco, Cevat Toprak, Cengîz Korkmaz,  Zubeyde Çanakên ku bo hevdîtinê diçûn girtîgehê jiyana xwe ji dest dan  û kesên bi navê Zubeyîd Çevîrel û Sînan Bayhan jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir