• DOLAR 32.328
  • EURO 35.151
  • ALTIN 2299.693
  • ...
SON DAKİKA
Ji şexsê ku ji malê derket ev 3 roj in ku xeber nayê standin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şexsê bi navê Îkram Adîyamanê ku  berî vê sê rojan derdora seat 10.00an de ji mala xwe derket. Îkramê ku bêyî xebera malbata xwe ji malê derket hêj li holê xuya nake.

Malbata Îkram Adîyaman derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re agahî da û diyar kir Îkram bavê 5 zarokan bû û bi malbata xwe ve girêdayî bû û dû re wiha got: "Îkram di halê xwe de bû û bi tu kesî re hisûmeta wî tunebû. Ev çend roj  in cihekî ku me pirsa wî lê nekiribe nema. Me pirsa ji nexxweşxanê û polêsan kir, lê ji tu xeber tuneye.Em ji rayedaran alîkarîyê teleb dikin."

Hat hînbûn Îkram Adîyamanê ku karkerê înşaatê ye berî vê 3 rojan di derdora seat 10.00an de ji mala xwe derket û ji wê rojê ve jê xeber nayê standin û telefona wî jî girtîye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir