• DOLAR 32.388
  • EURO 35.075
  • ALTIN 2326.544
  • ...
Hedefên PKKê ji hewa ve hatin bombebarankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî Çîyayê Bûrseya yê ku li hember deryê sînorê Oncupinara Kîlîsê ji PKK/PYDê hat stendin li deverê bê dengî hebû. Do êvarî hedefên PYD/PKKê ji teref TSKyê bi bala firên herbê hatin bombebarankirin. Hat dîtîn ku hedefên hatin bombebarankirin jê dûman bi hewa diket. 

Çîyayê Barşahê (Burseya) yê stratejîk ê ku li bakurê rojhilatê Efrînê ye piştî do ji PKKê hat stendin di nava rojê de li herêmê bêdengê hebû. Lê belê ev bêdengî di saetên şevê de xerabû. Mewzîyên PKKê yên ku li ser girên Meydanli û Gulbaba yê ku li Rojavayê Barşahê dimîne ji teref TSKyê ve hat bombebarankirin.

Piştî Çîyayê Bûrseya yê stratejîk ê ku li bakurê rojhilatê Efrînê dimîne ji teref TSK, OSOyê ji PYD/PKKê hat stendin û ji ber li deverê xebatên paqijkirina mayîna dihat kirin li deverê bêdengî hakim bû û heta saetên êvarî li deverê tu çûn û hatin tinebû. Piştî saetên êvarê mewzîyên PKKê yên li navbera Çîyayê Darmikê ji teref balafirên herbê ve hatin bombebarankirin.  

Hat dîtîn ku piştî êrîşa asîmanî nêzîkî du saetan dewam kir li hinek deveran pevçûnên rû bi rû derketin. Piştî bomberanê hat dîtin ku ji mewzîyên PKKê dûman bi hewa dikeve û dengê şer ji hin gundên Kîlîsê jî tê bihîstin. 

Hat dîtin ku li ser sînor hereketa hewayî berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir