• DOLAR 32.543
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2426.432
  • ...
Lêgerînên li 112an tên kirin ji sedî 75 bêbînî û beradayî ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê di sala 2017an de bi temamî 3 mîlyon û 500 hezar îxbarên têlefonê ji navenda acîl ya 112an re hat kirin. Bi vê yekê derket holê ku ji îxbarên hatine kirin  3 mîlyon û 382 lêgerîn bêbinî û beradayî ne. Serokê Midûrîya Tenduristîyê û Serokê Navenda Acîlê Diyarbekirê Doxtor Hakan Karakaş ji gel daxwaz kir ku bila ji bo karê xwe yê betal nimara 112an ya acîlê meşxûl nekin.

Karakaş destnîşan kir ku li Dîyarbekirê her roj 13 hezar kes li xeta acîl ya 112an digerin, lê belê ji van lêgerînan tenê 400 lêgerîn di cî de ne.

Karakaş, îfade kir ku ji ber hin kes bi îxbarên bêbinî û beradayî xeta acîlê ya 112an meşxûl dikin gelek kesên mixtac zehmetîyê dikşînin ku bighêjin xeta acîlê.

Karakaş xwest ku bila tu kes bi îxbarên bê binî xeta acîlê meşxûl nekin û dîyar kir ku ew li Diyarbekirê li 61 navendî xizmetê didin û wiha got: "Li Diyarbekir û navçeyên wê bi temamî navendeke me heye ku em li vê navêndê bersivê didin hemû îxbaran heye. Em û ekîbên xwe bê navber 7 roj û 24 saetan dixebitin. Ji bilî vê yekê li 5 merkezên me yên textor lê hene bi temamî 45 îstasyonên me hene. Ji 45 navendî jê 40 heb teknîsyenê tiba acîl lê dixebitin. 13 îstasyonê me yên bi hevalbendîya nexweşxaneyan re dixebitin hene. Bi temamî em li Diyarbekirê li 61 îstasyonê acîlê xizmetê dikin."

Karakaş, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku li giştîyê Diyarbekirê derdora 80ê ambûlansên mwan bê navber dixebitin û xizmetê dikin.

"Rojane di navbera 8 û 10 hezar carî li me digerin"

Karakaş, di dawîya daxûyanîya xwe de îfade kir ku di sala 2017an de hejmara kesên li wan gerîyane nêzîkî 3 mîlyon û nîv kes bûn û wiha got: "Rojane di navbera 8 û 10 hezar carî welatîyên me li me digerin. Temamê van lêgerîna ne qeza an nexweşîye. Hin lêgerîn ji bo ceribandinê ji teref temîrkerên telefonan tên kirin. Hin caraz zarok bi têlefonan dileyzin û li me digerin. Ji ber ku xeta 112an bêkontor û bêpere tê legerandin em gelek telefonan digrin. Di sala 2017an em beşdarî 118 hezar bûyerî bûn. Rojane di navbera 8 û 10 hezar car li têlefonên me tên gerandin lê belê ji vana tenê 400 an 500 heb bûyerên rastin. (ÎLKHA)  



























Bu haberler de ilginizi çekebilir